Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, li ser bandora modernîteya kapîtalîst li ser herêmê, bi taybetî jî Kurdistanê, rastiya civakîbûna gelê Kurd û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalanm ji kovara “Azadî Komelge” re gotarek nivîsî.
Cemîl Bayik, di gotara xwe de dibêje; Rojhilata Navîn, navenda şaristaniya dewletparêz a çînî ye.
Yekemîn şaristaniya navendî li cîhanê û hêza navendî li Rojhilata Navîn derketiye holê û yekemîn şaristaniya hegemonîk e.
Dema ku pergala şaristaniya Rojhilata Navîn hate hilweşandin, pergala modernîteya kapîtalîst derkete holê.
Niha li cîhanê hegemonya pergala kapîtalîst ya 400 salî heye.
Li hemebrî ku navenda modernîteya kapîtalîst Ewropa ye.modernîteya kapîtalîst berdewama şaristaniya Rojhilata Navîn e.
Nirxên şaristaniya Rojhilata Navîn derbasî modernîteya kapîtalîst ya Ewropî bûye.
Divê modernîteya kapîtalîst, ji şaristaniya Rojhilata Navîn cuda neyê dîtin. Di navbera wan de cudahiyên şeklî hene.
Derketina şaristaniya dewletparêz ya li Rojhilata Navîn, yek ji mijarên herî girîng ya di dîrokê de ye.
Rêber Apo jî bi girîngî li ser vê mijarê rawestiya ye.
Geşedanên dîrokî ji her alî ve digire dest. Ji ber ku dîrok yekpare ye. Xweza û çawaniya geşedanên dîrokî bi nêrîn û xwendineke tevayî tê fêhmk irin.
Dîroka perçebûna şaristaniya Rojhilata Navîn, girîng e û divê mirov li ser vê yekê raweste.
Eger ev nebe, ne derketina modernîteya kapîtalîst û ne jî belavbûna wê ya li Rojhilata Navîn nayê fêhm kirin.
Mebesta ji şaristaniya Rojhilata Navîn, sîstema çînî ya dewletparêz e.
Armanca hêzên modernîteya kapîtalîst ew e ku civaka demokratîk a wekhevîxwaz a komunal ji holê bê rakirin.
Li şûna wê jî nijadperestiya netew-dewletê werê bi cihkirin.
Vê jî li di çarçoveya bajarî de pêşdixin.
Dewlet ji bo parastin û pêşxistina sîstema kapîtalîst derketiye holê.
Bi vî awayî yekem sîstemên îstîsmarê, bi şaristaniya sinifê ya çînayetî pêşxistin.
Îro ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê parastin.
Îstîsmara şaristaniya çînên dewletparêz, li dijî civakan û têkoşîna civakan pêdixin.
Lê berxwedan û têkoşîna civakan dewam dike.