Ji bo tevlîbûna mîtînga 13’ê Cotmehê la li Amedê banga tevlîbûnê hatin kirin

 

Platforma Saziyên Demokratîk di 12’ê Îlonê de li Amed û Stenbolê têkîldarî qonaxa nû ya pêngava “Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku wê di 13’ê cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.

Mitîng di çarçoveya pêngavê “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” wê were pêkanîn.

Ji bo tevlîbûna mîtînga bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê dicivin” wê li 5 herêman xebat bên meşandin.

Navnîşana mîtîngê Qada Îstasyonê ye.

Hevseroka MATUHAY-DER Dîlek Sonmez û hevseroka ANYAKAY DER Emîne Arslan têkîdarî miraê ji JINNEWS’ê re axivîn.

Dîlek Demîr li ser armanca mîtîngê wiha axivî:

Tecrîda Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgeh û civakê kiriye.

Şikandina tecrîdê azadiya tevahî gelan e.

Hevseroka MATUHAY-DER’ê ji bo bomîtînga 13’ê cotmehê jî ev bang kir:

Tecrîdek giran li ser Birêz Abdullah Ocalan heye.

Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.

Gelê Kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bir û ye.

Em her kesî vexdiwînin mîtîngê.

Werin em di 13’ê cotmehê de li Amedê aştî û azadiyê biqîrin.

Hevseroka ANYAKAY DER’ê Emîne Arslan jî bang kir û ev peyam da