HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

 

Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyuekê, şehdaeta Gerilla Rênas, Hogir û Berxwedan eşkere kir.

Navendê got ku sê lehengên azadiyê dema ku derbasî herêmeke din dibûn, di 19’ê Tîrmeha 2024’an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn.

Navendê diyar kir ku hevrê Gerilla Rênas, Hogir û Berxwedan weke milîtanên fedaî yên gelê me bûn.

Hevriyênme li her qada ku têkoşiyan, bi rengekî hêja temsîliyeta milîtaniya Apoyî kirin û heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê bûn.

HPGe, ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

Bedran Efrîn, bi nasnav Rênas Civyan, navê dayik Pakîze navê bav Refîk li Geverê ji dayik bûye, di 19’ê Tîrmeha 2024an de li Kotolê şehîd bû.

Şerfî Adlîm, bi nasnav Hogir Botan, navê dayik Hediye navê bav Abdulvahap li Şirnexê ji dayik bûye, di 19’ê Tîrmeha 2024an de li Kotolê şehîd bû.

Rizgar Kara bi nasnav, Berxwedan Goyî, navê dayik Esmer navê bav Mûhammed li Etruşê ji dayik bûye, di 19’ê Tîrmeha 2024an de li Kotolê şehîd bû.

HPGê li ser gerîlayên şehîd vê nirxandinê kir.

Rêheval Gerilla Rênas, li Geverê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû bi nirxên civaka Kurd û dinava têkoşîna azadiyê de mezin bû.

Di ciwnatiya xwe de tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû û di sala 2014’an de, tevlî nava refên Gerîla bû.

Pişî perwerdeya destpêkê li Herêmên Parastina Medyayê dît û piştre, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Piştî demek dirêj ya têkoşînê, dinava Hêzên Taybet de cih girt.

Hevrê Gerilla Rênas bi armanca têkoşîna li Bakurê Kurdistanê xurt bike xwest biçe Bakurê Kurdisdtanê.

Di 19’ê Tîrmeha 2024’an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir û tevlî karwanê nemirên Kurdisranê bû.

Hevrê Gerilla Hogir, li Cizîra Botan li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û nirxên civaka xwe mezin bû.

Ji ber zext zora dewle tirk, bi malbata xwe re koçî metropolên Tirkiyê kir, piştre koçî Dîlokê kir.

Hevrê Gerilla Hogir, di dema ku zanîngeh dixwend de, li Enqerê tevlî karên ciwanên welatparêz bû û hate girtin.

Piştî 2 salan, ji zindanê derket berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava rêfên Gerîla bû.

Bi perwerdeya destpêkê li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Piştî tecrube û perwerdehiya li Akademiyên Şorşegerî, di milê bîrdozî û leşkerî de wek mîlîtanek Apoyî xwest biçe Bakur Kurdistanê.

Şehîd Hogir Botan di 19’ê Tîrmeha 2024’an de, tevlî nava karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

Rêheval Gerilla Berxwedan jî, di nava malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz de, li Etrûşê ji dayîk û bi nirxên welatparêzî mezin bû.

Malbata rêheval Berxwedan ji ber zora dewleta Tirk a metinger koçî Kampa Memxurê dibe.

Li dibistana Mexmûrê, perwerdeya bi zimanê dayikê dibîne û pişrtî xwendina 12 salan, weke hemû ciwanên Kurd, li Şingal, Mûsul û Mexmûrê li dijî çeteyên DAÎŞê yên di sala 2014’an, têkoşînê dike.

Piştre jî, di sala 2015’an de tevlî nava refên Gerilla bû.

Hevrê Berxwedan, perwerdeya xwe ya şervanên nû li Herêmên Parastina Medya dibîne û piştre li her qada berxwedanê cih digire.

Weke şoreşgerekî leheng, dixwaze biçe Bakurê Kurdistanê û wekî milîtanekî fedaî yê Apoyî li dijî dijmin têkoşînê dike.

Hevrê Gerilla Berxwedan di 19’ê Tîrmeha 2024’an de, di encama kemîneke li herêma Katolê li gel hevêyên xwe Rênas û Hogir re tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.