Li Mexmûrê şehîd Berxwedan, Rêzan û Hogir hatin bîranîn 

Li wargeha penaberan a Mexmûrê gerîlayên HPG’ê şehîd Rêzan Civyan, Hogir Botan û Berxwedan Goyî bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn û soza şopandina rêya şehîdan hate dubarekirin.

Gerîlayên HPG’ê Şehîd Berxwedan Goyî (Rizgar Kara), Şehîd Rizgar Civyan (Bedran Erîn) û Şehîd Hogir Botan (Şerîf Adlim) ku di 19’ê Tîrmeha 2024’an de li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Mexmûrê Edban Yilmaz axivî.

 

Di serî de Edban Yilmaz, di kesayeta Şehîd Berxwedan de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîranî û wiha peyîvî: “Destpêkê serê Serokatiya me saxbe, serê rêhevalên wan yên ku di çeperan de û hevalên ku di zindanan de li ber xwe didin saxbe. Wek tê zanîn ev sed salin dewletên dagirker li Iraq, Tirkiye, Suriye û Îranê êrişî ser gelê Kurd dikin. Di salên 90’î de dixwestin îradeya gelê Botanê bidin şikandin, di wî demî de valakirina gundan, qetilkirin, êşkencekirin û her wiha faîlên meçhûl di nava gelê Botanê de pêşxistin. Lê gelê me yê Botanê çok ji vê yekê re nedanîn, gundê Hilal jî yek ji wan gundane ku sekna xwe ya li heberî dagirkeriyê berê xwe dan penaberiyê. Malbata Şehîd Berxwedan yek ji wan malbatên ku di nava wargehê de ev 30 salin di têkoşîna azadiyê de cih girtiye.”