Martina Feldmayer Dev ji zilma li ser Kurdan berdin

 

Martina Feldmayer parlamenterek ji yên Partiya Keskan ya parlamentoya Almanya ye.

Feldmayer beşdarî 32.Festîwala Kurdan bubu.

Li wir têkildarî zextên dewleta dagirker ya tirk axivî.

Feldmayer, bal kişande ser polîtîkayên dewleta tirk yên asîmîlasyonê û zextên li ser zimanê Kurdî û ev axaftin kirin

“Di nûçeyan de tişta ku her tim bala min dikişîne ew e ku dibêjin nahêlin Kurd bi zimanê xwe biaxivin.

Li Tirkiyeyê zilm li wan tê kirin û nahêlin zarokên wan fêrî zimanê xwe bibin.

Çanda wan jî qedexe ye û destûr nayê dayîn ku çanda xwe bijîn.

Feldmayer got tiştekî wisa qet nayê qebûlkirin û wiha bidawî kir:

“Ji ber tu mirov ji yên din ne mezintir e.

Hemû gel xwediyê heman mafan e û ev mafên mirovan ên gerdûnî ne.

Ji ber vê jî tiştekî wiha nayê qebûlkirin.

Lewma em demokrat ji dewleta Tirk re dibêjin ku dev ji zilma li ser Kurdan berdin”