Li Şehbayê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

 

Meşa ciwanan, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan yên kantona Efrîn û Şehbayê hate pêkanîn.

Ciwanên ku, li çaryana bajarokê Ehdasê kom bûn, heta bi gundê Til Qirahê meşiyan û mitingek lidar xistin.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Abdîn Mihemed axivî û got;

Ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo, em ê heta dawiyê têkoşînê bikin.

Divê hemû ciwanên Kurd li her dera lê ne têkoşînê bikin û heta azadiya Rêbertî misoger bibe, çalekiyên xwe bidomînin.

Meş û mitinga ciwanan bi diruşemyan bi dawî bû.