Li Elmanya bajarê Duusburgê şehîdên ku di salên 2018-2019’an de, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anî, hatin bibîranîn,
Merasima bîranînê di şexsê Umît Acar de, ku li Elmanya bajarê Îngolstadtê bedena xwe da ber agir, bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê hate pêkanîn.
Di merasimê de, fedaiyên ku di salên 2018-2019’an de, li girtîgehên cuda, li dijî tecrîdê çalakî kirin, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Mahsum Pamay, Zehra Saglam, Siraç Yuksek, Medya Çinar, Yonca Akinci û Enver Çelîk hatin hatin bibîranîn.
Piştî rêzgirtinê, bavê Şehîd Umît Acar, axivî û got:
“Umît ne tenê kurê min e, kurê we hemûyan e.
Ew ji bo rawestandina tecrîd û îmhayê xwe veguherand xeleka ji agir.”
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Duisburg û Komeleya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û hate gotin ku her şehîdek qonaxek ji yên dîrokî ye.
Merasima bîranînê, bi diruşmeyan bi dawî bû.