Tevgera Jinên Kurd ya Awûstûrya, bi dirûşmeya ‘Na ji sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan re, azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ li payîtext Viana û bajarên Graz û Lînzê li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, rojên xwendina pirtûkên ‘Rêbertî’ dane dest pê kirin.
Li bajarê Lînzê, beşên ji berhema ‘Siyaseta Serdema Şaristaniya Demokratîk-Siyaseta Demokratîke’,
Li Vienê jî not û nameyên RêberAbdullah Ocalan yên li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin xwendin.
Li bajarê Grazê jî, nirxandinên Rêbertî yên li ser afirandina qadên azadiyê, sîstema xweparastina jinê hatin nivîsandin.
Çalakiyên li herêmên cuda rastî eleqeyeke mezin hatin.