Deklarasyon li navenda giştî ya partiyê bi dirûşma “Em ji bo jiyaneke azad û wekhev bi israr in, li dijî şer in” bi civîneke çapemeniyê hat eşkere kirin.
Metna daxuyaniyê ji hêla parlamentera DEM Partî ya Amedê Sevîlay Çelenk ve hat xwendin.
Sevîlay Çelenk anî ziman ku îro li hemû cîhanê gel di nava şerekî topyekûn de ne û got:
Lê wek ku tecrubeyên cîhanê û tevgerên li dijî şer tînin bîra me di şer de serketin tuneye.
Şer êrişa li dijî yekitiya fizîkî, mafê jiyanê û rûmeta mirovan e.
Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina aştiyê û ev peyam dan.
Divê li dijî şer rêxistinbûnek hebe.
Ji ber ku di vê rewşa krîz û kaosê de têkoşîn çiqasî rêxistinkirî be wê serketin jî ewqas mezin be.
Pergala serdest her kêlî hewl dide civakê û jinan bi şer kontrol bike û bêîrade bihêle.
Lê şer di heman demê de rê li ber şoreşan û rabûna civakî vedike.
Sevîlay Çelenk îşaret bi şerên etnîk yên li Ewrûpayê jî kir û ev peyam dan.
Şerên etnîkî yên li Ewrupayê bi hevkariya hêzên navneteweyî şerên netewperest, olperest û cinsiyetperest êrişî jinan û gelan dikin.
Hikûmetên antî-demokratîk, mîlîtarîst û otorîter ên ku mayîndebûn û berdewamiya xwe di ser her tiştî re dixin pêş, hewl didin şer rewa bikin.
Parlamentera DEM Partiyê pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê jî nirxand.
Dema em ji nêz ve li Tirkiyeyê mêze bikin, tê fêmkirin ku bi pirsgirêka Kurd re şerekî germ heye.
Ev nakokiya ku di dîroka Komarê de belav bûye, bi taybetî di van 40 salên dawî de, ji bilî pêvajoya çareseriyê ya demkurt, hema bêje bênavber didome.
Tevî vê rastiyê jî îro li Îmraliyê tecrîda ku bi temamî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî û mafên mirovan e didome.
Îro tecrîda li Îmrailyê belavî tevahiya civakê buye.
Parlamentera DEM Partiyê îşaret bi girîngiya xweparastinê jî kir:
Di vê wateyê de jinên li Rojava li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têdikoşin di têkoşîna parastina jinê de hêzeke girîng û pêşeng ava kirine.
Lazim e jin li dijî êrişan; xweparastin û rêxistina xwe xurt bikin.
Ji ber ku xweparastin tine be jiyana azad jî tine.
Em weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya xwe ya bi sernavê “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in û li dijî şer in” didin destpêkirin.
Em aştiyê dixwazin. Divê em aştiyê ava bikin. Ev jî tê wateya avakirina pêşeroja bi hev re.
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Sevîlay Çelenk derbarê plansaziya sala bê de jî evt tişt got:
Em dixwazin sala 2025’an weke sala aştiyê îlan bikin!
Em plan dikin ku di sala 2025’an de li gelek bajaran, bi taybetî li Amed û Stenbolê, atolye, civîn, mîhrîcanên gel û çalakiyên aştiyê li dar bixin.
Em ê dengê li dijî şer ji çar aliyê welêt bigihînin hemû cîhanê.