Kekê Hacî, Mihemed Ehmed derbarê wî de axivî û got;
Divê gelê Kurd dest bide hev û li ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk rabe.
Mihemed Ehemd, destnîşan kir ku birayê wî Gerilla Hacî (Îdrîs Ehmed) di sala 1975’an li Dêrikê ji dayik bû.
Dema li Dêrikê zaningeh dixwend, sala 1992’an tevlî nava refên Gerilla bû.
Lê bi destê xayinên PDK’ê di sala 1995’an de, li Metîna şehîd bû.
Mihemed Ehmed diyar kir ku birayê wî, li Helebê Tevgera Azadiya Kurd nas kir û tevlî nava têkoşînê bû.
Hem dixwend, hem karê rêxistinî û perwerdê dikir.
PDK xizmetê ji berjewendiyên malbata xwe re dike.
Heta niha ji bo berjewendiyên gelê Kurd gavek neavêtiye.
Ez bang li gelê kurd dikim, divê dest bidin hev û li ber xiyaneta PDK’ê, rabin.