Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin -YPJ, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û nasnameyên 3 şehîdên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, eşkere kir.
YPJ’ê got; Keç û xortên wêrek ji bo azadî û serxwebûna welat bi fedakariyeke mezin têkoşîn dikin, Armanca wan jiyana azad û misogerkirina demokrasî ye.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahî gelên bindest, derfetên nû derxistine holê û mîzgîniya jiyaneke nû ye.
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, weke heqîqeta Şoreşa Jinê pêşket û bi tevlîbûna jinên ciwan, vegûherî enerjiyeke avakirina pergala netewa demokratîk.
YPJ anî ziman ku, Hevriyên me Berwar, Şîmal û Arjîn jî li hemberî pergala qirker ya Tirk, bûn xwedî helwest û ji bo ava kirina civakeke azad û demokratîk bi canfedayî têkoşiyan û tevlî karwanên Nemirên Kurdistanê bûn.
YPJe ji malbatên şehîdan û gelê li herêmê re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
Helîme Yaşar, bi nasnav Berwar Dilxwaz, navê dayik Narinc navê bav Recep, di 2ê Çileya 2014an de li Tilkoçer şehîd bû.
Surgun Taş, bi nasnav: Arjîn Mêrdîn, navê dayik Fatma navê bav Cafer, di sala 2015an de li Dêrikê şehîd bû.
Sevgî Bahar Yildiz, bi nasnav: Şîmal Zîlan, navê dayik Feleknaz navê bav Abdilbaqî, di Adara 2016an de li Holê şehîd bû,
Hevrê Gerilla Helîme Yaşar, ji navçeya Geverê ya bajarê Colemergê ye û di sala 2011’an de tevlî nava refên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Helime, bi ruhekî fedayî heta dawiyê, bi îdealên bilind yên jiyana azad li dijî çeteyên DAIŞÊ têkoşîn kir û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.
Hevrêya me Surgun Taş jî, di sala 2014’an de ji Bakûrê Kurdistanê bi ruhê berpirsyartiya netewî berê xwe de nava refên YPJ’ê.
Rêwîtiya hevrê Arjîn ji bo Rojavayê Kurdistanê di temenekî ciwan de dest pê kir.
Ji bo bidestxistina azadiya gelê xwe, bi vê biryardariyek fedayî li dijî çeteyên DAIŞê şer kir û li Dêrikê tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.
Hevrê Sevgî Bahar Yildiz jî ji navçeya Wan Başkalê ye û ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê tevlî nava refên şoreşê bû.
Hevrê Şîmal di eniyên cengê de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û li Holê tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.