HPG: Dêrsîm Nûrhak wê ti carî neyê jibîrkirin

 

Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Dêrsîm Nûrhak bibîranîn.

Navendê got ku fermandar Dêrsim Nurhak, di 1’ê Cotmeha 2021’ê de li Herêmên Parastina Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Daxûyanî wiha dewam dike:

Hevrê Dêrsîm, bi dilekî bi îsyanê dagirtî, jiyana fedaîtî ya Apoyî ji xwe re kire armanc û pîvana bingehîn.

Bû yek ji fermandarên leheng kû weke milîtanekî fedaî yê Apoyî, mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê da.

Di nava têkoşîna 31 salî de li çar aliyên Kurdistanê, û gelek metropolên Tirkiyê, bênavber têkoşîn kir.

Hevrê fermandar Dêrsîm bi kesayetiya xwe ya dilsoz, di dilê hevriyên xwe de cih girt û bi roleke pêşeng rabû..

Bi vê sekn û keda xwe hêjayî Endametiya Komîteya Navendî ya partiya PKK’ê hat dîtin.

HPGê, ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir:

Izzetin Inan, bi nasnav, Dêrsîm Nûrhak, navê dayik Cennet navê bav Hasan li Meletî ji dayik bûye, di 1’ê Cotmeha 2021ê de, li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.

Hevrê Dêrsîm, li navçeya Meletî Majûranê, di nava malbateke Kurd ya Elewî de ji dayik bû û bi nirxên welatparêzî û bi hestên çepgir mezin bû.

Di sala 1983’an de ji bo perwerdeya lîseyê çû Amedê û şahidîya zexta giran ya dijmin kir.

Piştî ku gelek kesên ji Zindana Amedê derketibû dîtin û fêhm kir ku şoreşgeriya rasteqîn bi têkoşînek mezin dikare bê kirin û tevlî Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê YCKe bû,

Li Stenbolê û li zanîngehê karê şoreşgerî kir û 3 caran hate binçavkirin.

Piştî cara 3mîn ku hate binçêavkirin û berdan, Zanîngeh terk kir û di sala 1990’î de li Geverê tevlî nava refên Gerîla bû.

Hevrê Gerilla Dêrsîm, piştî perwerdeya dest pêkê li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Hevrê Dêrsîm sala 1991’ê li Geliyê Bekaayê weke şagirtekî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz gihîşt Qada Rêber Apo.

Piştî perwerdehiya li gel Rêbertî, bi komek ji hevriyan re, xwe gihandin Eyaleta Başûrê Rojavayê Firatê û erka xwe serketî bikaranî.

Tecrubeya bi salan weke gerîla û fermandarekî ARGK’ê wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih anîn.

Weke milîtanek û fermandarekî pêşeng li Herêmên Parastina Medya dest bi têkoşînê kir.

Di sala 2010’an de beşdarî pêvajoya perwerdeya li Ocaxa PKK’ê bû û di sala 2010’a de derbasî Qada Amanosê bû.

Di dema êrîşa çeteyên DAIŞê de bi komek hevalên xwe re, ji Amanosê derbasî Efrînê bû li dijî çeteyên DAIŞê şer kir.

Hevrê Fermandar Dêrsim, piştî têkoşînek dem dirêj û serketî ji Rojava çû Herêmên Parastina Medya.

Hevrê Fermandar Dêrsim, di encamê êrîşa dijmin de, 1’ê Cotmeha 2021’ê tevlî nava karwanê Nemirên Kurdistanê bû.