Li herêma Krasnodar a Rûsyayê ku gelek Kurd lê hene, hilbijartinên şaredariyê hatin kirin.
Kurdên li Krasnodarê jî bi xurtî tevlî hilbijartinê bûn û nûnerên xwe şandin meclîsa şaredariyê.
Di encama hilbijartinê de nûnerên Kurdan Mîxaîl Sêrgêyvîç Dasnî, Pavêl Radîkoviç Sadêî, Daar Newroz Oxlî Osmanov, Muraz Cemîlovîç Çoloyan û Mîxaîl Anatolîyeviç Mîxaîlov hatin hilbijartin.
Her pênc Kurd wê civaka xwe li Meclîsa Şaredariya Krasnodarê temsîl bikin û hewl bidin xizmeteke hîn xurt ji herêmê re bê kirin.