Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, di bernama taybet a Medya Haberê de şerê Îsraîlê li dijî Xeza û Libnanê nirxand.
Bal kişand ser rewşa dawî ya li herêmê û ev nirxandin kir;
Salvegera şerê li Xezeyê ye.
Bûyera Xezeyê li cîhanê bûbû sedema şokekê.
Niha hîn saleke wê neqediya êrîşên bi heman rengî li ser Libnanê têne kirin.
Ev yek ne rewşeke ku nayê zanîn, bi rastî jî dor hat Libnanê.
Me digot, wê ji şerê Xezeyê dersên rast werbigirin, hêzên şer dikin jî wê bi rengekî rast nêzîk bibin.
Wê nehêlin ku heman hovîtî li Libnanê dubare bibe.
Lê belê Hîzbûllahê nekarî helwesteke bi wî rengî nîşan bide.
Îran nekarî li hemberî vê bibe asteng.
Dûran Kalkan bal kişand ser polîtîkaya Îranê ya piştî hilbijartina dawî û bibîr xist ku serokkomarê hate hilbijartin qala yekîtiya ummetê kir.
Divê mirov yekîtiya her kesî, yekîtiya tevahiya mirovahiyê bixwaze.
Divê mirov xwe ji vê olperestiyê rizgar bikin.
Di bingeha van şeran de ku diqewimin olperestî û neteweperestî heye.
Diviyabû firsend ji vê yekê re nehatibûya dayin.
Yê ku herî zêde li Libnanê daxwaza şer dikir AKP-MHP bû, Tirkiye bû.
Xuya ye li Libnanê daxwazên wan bi cih hatin, bi ser ketin.
Di dewama nirxandinên xwe de Dûran Kalkan diyar kir; li Libnanê teknîka ku sûcê şer e, tê bikaranîn.
Heta ku sîstema dewlet û desthilatdariyê hebe, hilberîna teknîkê wê li ser vê bingehê be.
Me gelek caran ev yek eşkere kir, lê xuya ye kes li ser nesekinî.
Niha cîhan ketiye rewşeke bi vî rengî.
Rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev e, noqteya ku gihîştiye ev e.
Bêguman herî zêde ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tê bikaranîn.
Ji çeka kîmyewî heta bi bombeya taktîk nukleerê.
Dûran Kalkan bibîr xist ku sed sal in, sed û bîst sal in ev şer diqewime.
Niha bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, di rastiyê de dixwazin yên ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn mane temam bikin.
Ya ku bi Îsraîlê tê xwestin bê kirin ev e.
Li pişt Îsraîlê NATO heye, DYE heye, Ewrupa heye.
Bi her awayî hêz û derfetan êrişên tinekirinê dimeşînin.
Ji bo berjewendiyan, ji bo rêyeke enerjiyê ava bikin.
Ev şer şerê li ser rê û çavkaniyên enerjiyê ye.
Bêguman zerar digihêje gelan.
Bêguman wê noqteya dawî li Qibrisê bê danîn.
Endamê Komîteya rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku navenda vî şerî li Tirkiyeyê ye.
Piştî ku Yekîtiya Sowyetan hilweşiya, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn destpê kir û rêya enerjiyê êdî tê avakirin.
Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin.
Lewma ev yek wê Tirkiyeyê biguherîne.
Niha faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiye xist nava felaketeke bi vî rengî.
Eger dixwazin ji vê felaketê rizgar bibin, yekane rêya vê jî azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyê ye ku xwe dispêre azadiya Kurdan.
Ev yek hilweşandina olperestî, neteweperestî û faşîzma AKP-MHP’ê ye.