Li gorî AKP’ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li Tirkiyeyê her kes bi awayekî azad fikrên xwe tîne ziman û bi awayekî azad dijî.
Lê belê raporên rêxistinên mafên mirovan didin zanîn ku, li Tirkiyeyê zext û êşkence bi awayekî sîstematîk zêde dibin.
Desthilatiya AKP’ê ne partiyeke azadiyan e.
AKP zextê li kesên ku weke wê nafikirin dike.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê bîlançoya 22 salên desthilatiya AKP’ê wiha ye:
Di encama înfazên bêdaraz ên bi destê polîs, cendirme û notirvanan de 1,229 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar 147 kes jî birîndar bûne.
Bi tenê li zindanan 916 kesan jiyana xwe ji dest daye û 64 kes jî birîndar bûne.
Di serdema AKP’ê de 19 welatî di bin çavan de hatine windakirin.
Hemû hewldanên rêxistinên mafên mirovan ên têkildarî van 19 kesan jî bê encam mane.
Binçavkirin, di serdema desthilatdariya AKP’ê de jî weke rêbazeke zext û êşkenceyê hate bikaranîn.
200 hezar û 139 kes hatin binçavkirin û 19 hezar û 992 kes bi êşkenceyê re rû bi rû ma.
73 welatî jî di bin çavan de hatine windakirin.
Di serdema desthilatdariya AKP’ê de êşkence ji bilî rêbazeke ku bi tenê di bin çavan û girtîgehan de tê bikaranîn, her wiha wisa zêde bû desthilatdariya AKP’ê li kolanan jî serî li rêbazên êşkenceyê dide.
Di çalakî û xwepêşandanan de 10 hezar û 459 welatî bi êşkenceyê re rû bi rû mane.
9 hezar û 737 girtî bi êşkenceya gardiyan û leşkeran re rû bi rû mane.
Hejmara êşkenceya ku bi destê notirvanan hatiye kirin jî weke 321 hate eşkerekirin.
Bi tevahî nêzîkî 80 hezar welatiyan li deverên cuda êşkence bi êşkenceyê re rû bi rû mane.
Di encama êrişên çete û hêzên dewletê yên di rêveberiya AKP’ê de 647 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 415 kes jî birîndar bûne.
Di êrişên ku berpirsên wan nehatine girtin yan jî weke êrişên failên wan nediyar hatine tomarkirin de jî 422 kesan jiyana xwe ji dest dane û 684 kes jî birîndar bûne.
Desthilatdarıyê rêbazên zextê yên li ser civakê bi êşkence û êrîşan re sînordar nekir.
Desthilatdariya AKP’ê di nava 22 salan de di nava avahiyên weke partî, sendîka û rêxistinên mixalîf de li ser gelek kesan sîxurtî ferz kir.
Ev ferzkirinên sîxurtiyê yên bi revandin, dayîna pereyan û şantajan hatine kirin, sal bi sal zêde bûne.
Di nava 22 salan de bi rêbazên cuda li 579 kesan sîxurtî hate ferzkirin.
Çalakiyên weşan, çapemenî, çand û hunerê jî gelekî bi zextên AKP’ê re rû bi rû man.
AKP’ya ku di her firsendê de dibêje Kurdî zimanekî serbest e, hezar û 322 çalakiyên hunerî yên Kurdî qedexe kir.
Hezar û 165 pirtûk û kovar hatin desteserkirin.
203 caran bi ser kovare û rojnameyan de girtin.
Li dijî navendên çandî 32 caran operasyonên serdegirtinê pêk anî.
Li Tirkiyeya ku weke ‘Welatê Azadiyan’ tê pênasekirin, li dijî 8 hezar û 302 çalakiyan êriş hatin kirin yan jî ji aliyê rayedaran ve hatin qedexekirin.
Li dijî bînayên partiyên siyasî hezar û 843 caran operasyon hatin kirin û 527 caran êrîş birin ser bînayên partî û komeleyan.
Hejmara dozên girtinê yan jî dozên ji bo girtinê hatine vekirin 907 e.
Li dijî deh hezaran kesî ji ber fikrên wan lêpirsîn hatin vekirin û 29 hezar 369 kes ji ber fikrên xwe anîne ziman yan jî beşdarî çalakiyên protestoyî bûne, hatine girtin.