HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 3 drone hatin xistin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê rewşa dawî ya şerê bi daxuyaniyekê ragihand.

HPG pêşî der barê çalakiyên gerîla de van agahiyan dide:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê:

30’ê Îlonê li qada Berxwedanê ya Girê Bahar gerîlayan bi çekên giran li dijî kepçeyekê rêya leşkerî çêdikir çalakî kirin.

Kepçeya ku derb xwar karê wê hat rawestandin.

Li heman qadê wesaîteke eskerî jî bû hedefa çekên giran ên gerîlayên YJA-Starê.

Di encama çalakiyê de wesaît şewitî û îmha bû.

1’ê Cotmehê jî gerîlayên YJA-Starê li dijî dagirkerên hewl didan li qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê çeperan çêbikin çalakiyeke sekvaniyê kirin, di encamê de dagirkerek birîndar bû.

Her wiha bi çalakiyeke cûda derb li dagirekerên li vê qadê hat xistin.

2’ê Cotmehê jî gerîlayan bi çalakiyeke sabotajê li dagirekên li qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê xistin.

Di vê çalakiya gerîlayên YJA-Starê de bi qasî hat zelalkirin 3 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê bi çekên giran derb li dagirkerên li qadên Berxwedanê yên Girê Amêdiyê û Cûdî hat xistin.

Dîsa 2 û 3’ê Cotmehê li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 dronên artêşa Tirk ji aliyê gerîlayên YJA-Starê ve hatin xistin.

Li Herêma Garê:

30’ê Îlonê droneyeke ji qada Çemankê ber bi qada Çiravê ve diçû ji aliyê gerîla ve hat xistin.

Li Herêma Xakurkê:

30’ê Îlonê du caran dagirkerên li girê Şehîd Hêmin bûn hedefa çekên giran ê gerîla û derb xwarin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk jî agahî dan.

Di navbera 30’ê Îlonê, 1 û 2’ê Cotmehê:

Li Rojavayê Zapê tunelên şer ên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran.

Û tuneşên şer ên li qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Wekî din:

Li Xakurkê qadên Girê Rostê, Şehîd Şerîf, Kendekola, Lolan, Sinînê, Berbizinê û Girê Mesken..

Li Garê qadên Girê, Sêdarê, Girê Kun, Girê Sîser û Dêrîkê..

Li Rojavayê Zapê Girên Amediyê û Bahar..

Li Metîna qadên Şêlazê, Serê Metîna û Bêşîlî bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Dîsa li dijî qadên Girê Şekîf, Bêşîlî, Serê Metîna û Girê Bahar 17 caran êrişên bi helîkopteran pêk hatin.