Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Aarauyê stand hat danîn

 

Li Swisre bajarê Aarau di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” stand hat danîn.

Parlamenterê Partiya Keskan (Grüne) Marcus Dietschi serdana standê kir û got:

Kurdan nîşan da ku azadî li çar parçeyên Kurdistanê pêkan e.

Têkoşîna Kurdan bi bandor e.

Ji ber vê yekê ye ku Abdullah Ocalan bi salan e di girtîgehê de ye û tecrîd li ser wê tê meşandin.

Divê demilest tecrîd bi dawî bibe.

Divê Ewropa azadiya Kurdan û tecrîdê bigre dest.

Divê em piştgiriyê bidin têkoşîn û berxwedana Kurdan ya li Rojhilata Navîn.”

Li vir hate gotin ku “li seranserî cîhanê bi milyonan Kurdan got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘vîna min e’ û xwedî lê derket.

Çar sal in ku tu agahî ji Rêbertî nayê girtin.

Tecrîda li Îmraliyê binpêkirina hiqûq, mafê mirovan û nirxên mirovaniyê ye û suc e,

Tirkiyê bê perwa û li darî çavên cîhanê vî sucî dike.

Divê demildest tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî bê misoger kirin.

Rêber Abdullah Ocalan, kilîda pirsgirêka Kurd e.

Beriya niha jî, dewletê ew muxatab girt û cîhan jî vê rastiyê dizane.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.