Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Ezazê 2 kes revandine.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyên ‘Cebhe El Şamiye’ yên girêdayî dewleta Tirk, li gundekî Ezazê Ebdullah Hesen Alî û Hazan Mihemed Esakîre revandin û ji her yekî ji wan 1500 lîreyên Tirk, desteser kirine.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, çeteyên dewleta Tirk, her du kes, ji Derayê li nuqteyeke gundê Sico yê Ezazên revandin.
Heman çavkaniyan got ku dewleta Tirk her du kes tevî 14 kesên din, ji Tikiyê derxistine û di sînor Bab Salame re şiyandine Suirye.