Cemîl Bayik: Rêber Apo li dijî komployê berxwedaneke dîrokî dimeşîne

Ji salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê re 2 roj man. Komploya ku bi destê hêzên navneteweyî pêkhat 26 sal li pey xwe dihêle.

Hevserokê Konseya rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera komployê bersivda pirsên ajansa Firatê ANF’ê.

Cemîl Bayik da zanîn Rêber Apo li dijî komployê berxwedaneke dîrokî dimeşîne, lazime herkes li dijî komployê û tecrîdê bisekinin, têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin.