Li Şengalê bi pêşengiya rêveberiya xweser ji bo protesto kirina komploya navneteweyî çalakiya konvedanê destpêkiriye wê sê rojan dewam bike.
Çalakî li baxçê Serokatî ya li geliyê Kersê pêktê, roja duyemîn de, yekîtiya ciwanên Êzidxanê û yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê serdana kon kirin.
Daxuyaniya xwe dan, balkişandin ser komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê û armancên wê, berxwedana Gelê kurd nexasim berxwedana Rêber Apo ya 26 salin li Îmraliyê pêktê.
Li kêleka ciwanan, li ser navê civaka Ereb endamên meclîsa gel a Xelîl Ereb û Bolot Ereb axivîn balkişandin ser peymana 9’ê cotmehê ya navbera Iraq, Tirkiye û PDK’ê û wiha gotin:
Peymana 9’ê Cotmehê bi armanca tinekirine sîstema Neteweya Demokratîk a Rêber Apo bû, jî ber wê di roja destpêkirina Komploya Navneteweyî a li ser Rêbertî de, hat îmzekirin. Em teqez dikin, ji bo ev peyman vale derkeve, emê heta dawî bi gelê Êzidî re bin.
Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Hemo Şengalî jî axivî û got:
Dema Rêbertî dîl hat girtin, wan hesab kirin ku êdî her tişt xilas bû. Lê Rêber Apo Îmralî kir cihê berxwedanê û qet dest ji parastina mirovahiyê berneda. Paradîgmaya Rêbertî danî pêşiya me, li hemberî sîstema Kapîtalîst alternatîfe.
Rêber Apo hêviya bindestan e, hêviya jinan û ciwanan e. Divê em hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bin, em her kêliya jiyana xwe Rêbertî jiyan bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo di nava têkoşînê de bin. Ji bo avakirina projeya Netewa Demokratîk, pêwiste em parêznameyên Rêbertî bixwînin.
Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn, li ser 9’ê cotmehê sînevizyon hat pêşandan.