Yekîtiya Sendîkayên Karker a welatê Baskê (LAB) bi wesîleya komploya navneteweyî dîmenek weşand û got, “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e.”
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, endam û rêveberên Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a welatê Baskê (LAB) peyamek bi dîmen weşandin. Endam û rêveberên LAB’ê di asta herî bilind de xwedî li pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ derdikevin û hem ala PKK’ê hildan hem jî afîş û dowîzên li ser pêngava navneteweyî bilind kirin.
LAB’ê di 15’ê Sibata 2023’an de li welatê Baskê bi 6 sendîkayan re di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan de civîna çapemeniyê lidar xistibû. Sendîka her wiha ji bo serketina pêngavê hîn jî li tevahiya Spanyayê pêşengiyê ji tevgerên sendîkayî re dike, gelek çalakiyan lidar dixe.