Înîsiyatîfa Nûn: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo wê hîn xurtir bidome

 

Înîsiyatîfa Nûn, ya Azadiya Rêber Apo, ji bo salvegera 26. komploya navnetewî, daxuyaniyek da û got; Hêzên hegemonîk, ji bo berjewendiyên xwe, gelên bêguneh û bêsûc qir dikin. Gelan li dijî hev bikar tînin. Zerara herî mezin jî didine jinan.

Inîsiyatîfê got ku, di sedsala 20. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, bû dengê gelên bindest û jinên bindest. Bû xewna ciwanan û dilxweşiya zarokan.

Rêber Apo projeya neteweya demokratîk ji bo pêkanîna aştiyê û edaleta civakî û parastina mafên jinan û hemû gelan pêşkêş kir.”

Hêzên hegemonîk komplo li dijî Rêber Apo kirin pratîkê û di encamê de ev 25 sal in, di bin êşkenceyek giran de li Îmraliyê dîl girtine.

Ev nayê qebûl kirin û divê têkiliya Rêber Apo wî bi cîhana derve re hebe.

Inîsîyatîfa Nun, hewrî dawî, sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê şermezar kirin û got; Bêdengî û durûtiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa-DMME, helwesta Konseya Ewropa jî cihê şermê ye. Divê demildest Rêber Apo werê berdan.

Em ê têkoşîna xwe bi asteke bilindtir bidomînin, fikrên wî belav bikin û doza wî pênase bikin.

Têkoşîna ji bo azadîiya têkoşerê rûmetê û feylesofê serdemê Rêber Apo, ji bo me rûmet e-“