Li Londonê di çarçoveya pêngava, “ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî” de, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, , meşa ji bo 3 rojan hate destpêkirin.
Ciwanên ku li pêşiya Navenda Civaka Kurd ya Londonê kom bûn, daxuyaniyek dan.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî ya Îngilistanê Ercan Akbal axivî û got: Pêngava azadiya Rêber Apo, li seranserê cîhanê dewam dike. Ev jî nîşan dide ku dîlgirtina Rêbertiyê êdî nayê qebûl kirin. Divê werê zanîn ku azadiya Rêber Apo, misogeriya azadiya gelê Kurd û gelên bindest e.
Piştî axaftinê, bi dehan ciwan bi stran û diruşmeyan dest bi meşê kirtin
Di meşê de belavok hatin belavkirin û hunermendên Kurd stranên şoreşgerî gotin.
Meşa ku wê 3 rojan bidome, wê di 10’ê Cotmehê de li ber avahiya Meclîsê bi dawî bibe.
Kesên beşdarî meşê bûn,ji ANF’ê re axivîin.
Hunermend Mîr Serhad got; Divê gelê me rabe ser piyan. Ji bo azadiya Rêber Apo li kolan û qadan bin. Roj roja yekîtî azadiyê Rêbertî ye.
Berdevkê Tevgera Ciwanan Mazlûm Çewlîk jî got; Em jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nakin. Em şopdarên Rêber Apo ne û emê ji bo azadiya Rbertî li her qada jiyanê têkoşînê bikin.
Heval Seyda jî got ku ew 72 salî ye û wiha dewam kir: Em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin. Rêbertî azad bibe wê gelê Kurdistanê jî azad bibe.
Ji Tevgera Ciwanan Hamza Amed jî got, divê em tecrîda mutleq bişkînin û Rêber Apo azad bikin. Riyeke din nîne û nayê qebûl kirin.
Jina ciwan Elîf jî diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got; Divê ciwan, bi taybetî ciwan, tevlî meşa azadiyê bibin.
Meşa ciwananm di roja ewil de wê li Old Screetê, ku yek ji navendên girîng yên Londonê ye bi dawî bibe.