Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsên Tirk avêtin ser rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Îdirê.
Polîsên dewleta Tirk serê sibehê avêtin ser avahiya Rêxistina Bajarê Îdirê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî).
Polîsên tîmên taybet hemû rêyên ber bi avahiyê ve girtin.
Lêgerîna polîsan a li avahiyê dewam dike.