Li Atînayê meşa li dijî Komploya Navneteweyî

 

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi wesîleya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, ji Maratonayê heta Balyozxaneya Tirk a li navenda Atînayê meş hate kirin.

Endamên Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê, Komîteya Defend Kurdistan, Înîsiyatîfa RiseUpForRojava û Ruvikonas beşdarî meşê bûn.

Meş di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hate kirin û di tevahiya meşê de daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hate qîrkirin.