Ji bo ‘Mîtîna Azadiyê’ tevî astengiya polîsan jî bi rê ketin

 

Gelek welatî li navçeyên Esenyurt, Bagcilar, Sancaktepe, Sultanbeylî, Arnavuktoy, Beyoglu, Tuzla, Pendîk, Umraniye, Kuçukçekmece/Sefakoy, Bakirkoy/Încîrlî, Uskudar û Kartalê li nokteyên dê otobus jê rabin li kom bûn.

Welatiyan demek dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin.

Polîsan bi hinceta “qedexekirina mitîngê” welatiyên xwestin ber bi Amedê ve derkevin rê asteng kir.

Li ser vê yekê hin welatiyan bilet stendin û bi fîrmayên cuda yên otobusan siwar bûn û ber bi Amedê ve derketin rê.

Hin welatî jî bi wesayîtên xwe yên şexsî derketin rê.

Li ber avahiya DEM Partiya Navçeya Sancaktepeyê daxuyanî û nerazîbûn nîşanî astengiyê hat dayîn.

Welatiyên li ber avahiya DEM Partiya Navçeya Bagcilarê kom bûn jî bi astengiya polîsan re rû bi rû man.

Li taxa Yavuz Selîma Bagcilarê daxuyanî hat dayîn.

Rêveberê DEM Partiyê Turan Kizilkaya axivî û di kêliya axaftinê de dirûşmên “Silav silav hezar li Amedê”, “Her der Amed, her der berxwedan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.

Turan Kizilkaya anî ziman ku mafên wan ên demokratîk tên astengkirin û ew qedexe û astengiyan qebûl nakin û got:

“Wê her kes ji bo aştiyê û azadiyê li Amedê be. Ruh û dilê me bi Amedê re ye.”