Mîtînga Azadiyê: Her cih bû qada berxwedanê

 

Gelê Kurd li Amedê ji bo xwedîderketina li îrade û Rêberê xwe, ji bo şikandina pergala qirkirin û êşkencê ruhê xwe yê berxwedanê li her qadê nîşan da.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li Amedê li hev kom bibin’ hate pêkanîn.

Gel, ji Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Edene, Mersînê, Amed û hemû bajarên Kurdistanê bi rê ket û berê xwe da Amedê.

Li hemberî astengiyên li ser riyan jî, gel li ber xwe da û çalakiya rûniştinê kirin.

Li Amedê, polîsan bi bahenaye biryara qedexeya walîtiyê, hemû kolan girtin û astengî derxistin pêşiya gel.

Girsyên gele pêça xwe nedan polîsan û ji sê baskan ve bi diruşmeyan xwe gihande qada mitingê.

Hevseroka Giştî yê DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, parlamenter, rêveberên saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê ber bi qada Stasyonê meşiyan.

Girseyên gel, piştî berxwedana bi saetan, li qada Stasyonê miting pêkanîn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got; “Pirsgirêka Kurd, bi înkarê ji holê ranabe. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka ewlekariyê nîne, pirsgirêka statu û azadiyê ye.

Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd muxatab Birêz Ocalan e. Ji fikir û projeyên Birêz Ocalan netirsin.”

Girseya gel jî dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Polîsan jî tim m hewl didan gotinên siyasetmedaran bibirin.

Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li Amedê, careke din nîşan da ku tecrîd û komploya navneteweyî têk çûye.