Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel -YPG, li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Apê Nemir eşkere kir.
YPGʹê got ku, Xelîl Osman Hemê, bi nasnav Apê Nemir, wek sembola berxwedana Kobanê dihat naskirin. Apê Nemir, di encama krîza dil de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.
YPGe, bal kişande ser êrîşa çeteyên DAIŞê ya di Îlona 2014’an de û got; Li hemberî vê êrîşa talan û dagirkeriyê gelê Kobanê û şervanên YPG-YPJ’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dan.
Berxwedana Kobanê ji 7 salî heta bi 70 salî ya gelê Kobanê, veguherî berxwedana giştî ya Kurdan û careke din ji mirovahiyê re bû hêvî.
Yek ji wan lehengên qehreman ku bû sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir bû.
Apê Nemir, tevî temenê xwe yê mezin axa xwe terk nekir, tevî zarokên xwe, heta kêliya dawî, di çeperên şerê li dijî çeteyên DAIŞê de cih girt.
Xelîl Osman Hemê bi nasnav Apê Nemir di sala 1950’î de li gundê Dihapê yê Kobanê ji dayik bûye.
Di dema ciwantiya xwe de 3 caran ji aliyê rejîma Sûriye ve hatiye girtin.
Piştî sala 1980’î RêberAbdullah Ocalan nas kir, tevî hemû zextên rejîma Sûriye, weke welatparêzekî çalak yê Tevgera Azadiya Kurd kar kir.
Apê Nemir zewicî bû û 6 zarokên wî hene, teva jî, bi hestên welatparêziyê mezin kirine.
Apê Nemir, di wî temenê mezin de, tevî zarokên xwe, di nava berxwedana Kobanê de cih girt û bû sembola berxwedanê. .
Kurê wî Osman di Hezîrana 2015’an de, di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû.
Apê Nemir doh di encama krîza dil de tevalî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.