Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duşemê şêniyê bi navê Mihemed Welîd Îsa (45) revandin.
Bûyer li ser rêya Tirindê ya li başûrê bajarê Efrînê pêk hat.
Îsa beriya hefteyekê ji Lubnanê vegeriyabû.
Di vê navberê de çeteyan 14`ê Cotmehê zeytûnên şêniyê bi navê Mihemed Mûse, Ehmed Casim, Nûrî Mûsa, Îmad Henan, Mihemed Henan û Ehmed Henan ku zeviyên wan li nêzî gundên Qeretebe û Qirtqilaqê yên bajarê Şerayê ne, dizîn.
Malbatên çeteyan jî 14 darên hinarê ji zeviyeke li nêzî gundê Êndarê dizîn.
Zevî yê şêniyê bi navê Hisên Hemo yê ji Êndarê ye.
Çeteyekî ji bajarokê Doma yê Şamê mala şêniyê bi navê Mihemed Hesen ê ji gundê Stêr ê Efrînê li beramber hezar û 600 dolarî firot çeteyekî din.
Beriya ku bifiroşe mal dabeşî du beşan kiriye.
Rêxistinê da zanîn ku li Çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê duh li ser desteserkirina dikana şêniyê bi navê Xalid Mihemed ê ji Recoyê ku li nêzî çerxerê ye, çete bi hev ketine.