Li Strasbourgê çalakiya Tirêjên Rojê

Li Ewropayê çalakî û kampanyayên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de dewam dikin.

doh jî, li Fresna bajarê Strasbourgê di çarçoveya kampanya “Tirêjên Rojê” de çalekî hate kirin.

Çalekî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Zînê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hate pêkanîn.

Di çalakiyê de Berdevka Komuna Jinê ya Zînê Rojna Çewlîg axivî û got: Weke jinên Kurd, heta azadiya Rêbertî werê miroger kirin em ê têkoşînê bikin. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ wê bigihêje serkeftinê.

Piştre Hevserokê DKTM’ê Sîdar Amedî axivî û got ku, 44 meh in tu agahî ji Rêber Aponayê standin. Ev nayê qebûl kirin û divê gelê Kurd û sdostên wan li welat û derveyî welat çalekiyên xwe mezin û dijwar bikin.