Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin

Rêveberên rêxistinên jinan, tevî hevşaredarên Amedê, berdevka Meclisa Jinê ya DEM Partî Halîde Turkoglu, Siyasetvan Gultan Kişanak, bi meşeke bê deng buyera Rojîn Kabaîş şermezar kirin.

Meşa jinan heta mala şînê ya Abdurrahman Enç a li Baxlarê dewam kir..

Endama Komeleya Jinê ya Rozayê Berfin Polat, li vir axivî û got;

“Em dizanin ku polîtîkayên bêcezahiştinê çawa rê li ber van buyeran vedikin.

Li hemberî van polîtîkayan ji bilî têkoşînê tu rêyeke din nîne.”

Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal jî axivî û ev peyam da