DEM Partî: Xizanî ne qeder e, werin em vê pergalê biguherînin

 

Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya DEM Partiyê, ji bo 17’ê Cotmehê Roja Ji holêrakirina Xizaniyê ya Navneteweyî’ daxuyaniyek da û got; Xizanî ne qeder e. encama tercîhên siyasî ya desthilatdaran e.

Li Tirkiyê jî, ji ber polîtîka û kiryarên desthilatdariya AKP- MHP’ê yên newekhevî, bêkarî, buhabûn, cihêkarî û nedemokratîk her ku diçe hejmara xizanîyê zêdetir dibe.

Rejîma ku bi hişmendiya inkar û tunekirinê haraket bike, şerê qirêj bike bingeha siyaseta xwe, nikare xizaniyê bi dawî bike.

DEM Partî got ku, li welatî bi siyaseta demokrtaîk, wekhevî, azadî, aşitî, jiyana ewle û mercên jiyana bi rûmet dikarê bingeha çareseriyê werê avakirin.

Ji bo vê jî divê demildesta pirsgirêka Kurd werê çarserkirin.

Hingî wê hemû naveroka Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û bi polîtîkakayên ku aramiya xweza û însanan hedef dike, xizanî bi temamî ji holê were rakirin.

DEM Partî diyar kir ku ev rejîm AKP/MHPÊ dijminê jinan e, dijminê karker, gundî û esnafan e, dijminê zarok û perwerdeyê ye.

Ciwan ji ber bêkariyê di rewşeke gelekî xirab de ne.

Bi bo vê jî, em dibêjin: ‘Werin em bi hev re li dijî vê rejîma totalîter têkoşînê bikin, bi çareseriya pirsa Kurd, aştiyek mayinde bidestbixin û paşerojên aram û demokratîk avabikin.,