Li Strasbourgê bi pêşengiya TCŞ’ê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, doh meş û mîtîng hate pêkanîn û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.Girseya ku li Gare de Strasbourgê kom bû, heta bi li Place Kleber meşiya û miting kir.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 44 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev jî gelê Kurd dixe nava fikaran.
Em ciwanên Kurd careke din bang li dewleta Tirk a faşîst dikin; Rêbertiya me vîna pirsgirêka Kurd e, em jî hevrê û fedayiyên wî ne. Tecrîda li ser Rêbertiya me sûc e û êşkenceyeke ku li dijî tevahiya gelê Kurd û mirovaniyê tê sepandin e.
Azadiya Rêbertiya me azadiya gelê Kurd e û em weke ciwan û jinên Kurd, em ê li her qadên jiyanê têkoşînê bikin. Ev têkoşîna me jî wê heta misoegriya azadiya Rêbertiya me dewam bike.
Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.