‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em ê hîn bêhtir têkoşinê bikin

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, li Swisre, bajarê Bellinzonê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek hate pêkanîn.

Di panêlê de, gelek axaftin hatin kirin

Di despêkê de, Dr. Beppe Savary-Borioli axivî û got; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan hemûyan lîderekî girîng e û got; Ji bo kampanya azadiyê bi ser bikeve, divê em hîn bêhtir kar bikin.

Yekane riya rizgariya ji şer, paradîgmeya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan e. Bi rêya vê paradîgmayê gel bêyî hevdu bikujin di nava aştiyê de dikarin bi hev re bijîn.

Piştre, Roberto Mapelli axivî û got ku Rêber Apo liderekî dîrokî ye. Hem hînî me dike, hem hînî civakên Ewropa dike.” Têkoşîna ku li Rojava li dijî DAÎŞ’ê hate kirin divê ji her kesî re bê vegotin. Divê fikrên Ocalan li her derê bêne belavkirin. Tecrîda demdirêj ya li ser wî divê demildest bi dawî bibe. Ji bo vê jî girîng e têkoşîn bê mezinkirin.”

Herî dawî Ahmet Yaman axivî û fgot; Pêngava azadiyê girîng e, di sala yekemîn ya kampanyayê de gavên girîng hatin avêtin. Ev girîng e, lê belê van çalakiyan nekarîn azadiyê pêk bînin. Divê di sala 2mîn de, ji bo kampanya bi ser bikeve divê em çalakiyên hîn xurttir bikin.

Panel piştî pirs û bersivan û diruşmeyan bi dawî bû.