Li gorî dezgehên çapemeniyên, çeteyên “Polîsên Leşkerî” doh 2 welatiyên Kurd ji gundewarê bajarê Efrînê revandin.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku navên her du welatiyên hatine revandin wiha ne;
Omere Mihemd Dawûd (28) sali ê ji gundê Qurtqulaqê yê bajarê Şera û Xelîl Yûsiv Ucik (32) salî ê ji gundê Dîkê yê bajarokê Bilbilê ye.
Heman çavkaniyan da zanîn ku piştî 3 rojan ji vegera Omer Mihemed Dawûd ji Lubnanê ew hat revandin, her wiha Xelîl Yûsif Ucik jî ji mala wî ya li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê hat revandin.
Girêdayî heman mijarên binpêkirinan, çavkaniyên xwecih ji bajarê Mabeta û Reco diyar kir ku çeteyan berhema zeytûnan a niştecihên resen dizîn û talan kir.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan li nêzî gundê Şêxûtka yê Mabeta berhema zeytûnan ê Menan Ezet ê ji heman gundî hat dizîn.
Her wiha hat diyarkirin ku çeteyên “Feyleq El Şam” berhema zêdetirî 250 darên zeytûnan ên malbata Dawûd û berhema 100 darên malbata Şêxmûs Îsmaîl ên gundê Meydan Ekbesê yê bajarê Reco, dizîn.