Eleonora Bonaccorsî: Abdullah Ocalan heqîqet e, divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê dayîn

 

Li çar perçeyên Kurdistanê û li gelek welatên cihanê ji bo şikandina pergala êşkencê ya li Îmraliyê berxwedanek heye.

Komaleya Fonti di Pace a Îtalî jî piştgiriyê dide vê berxwedanê.

Seroka komaleyê Eleonora Bonaccorsî têkildarî mijarê axivî û wiha got:

“Ev tecrîd rewşeke metirsîdar e û ti hiqûq têra rewakirina wê nake.

“Em hemû berpirsiyarên van şert û mercan in ku Abdullah Ocalan tê da dijî.”

Bonaccorsî bi teybet bal kişande ser rista Italya ya di komployê de û wiha got:

“Bi taybet Îtalya berpirsiyarê van şert û mercan e.

“Ji ber ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû û piştî ku ji vir derket hat girtin.

“Her çiqas Îtalya vê berpirsiyariya xwe qebûl neke jî haya me baş ji vê rewşê heye.”

Eleonora got ew wek komale paradîgmaya Rêber Apo diparêzin û wiha dewam kir:

“Loma em bi her kesên ku dixwaze fikrên Abdullah Ocalan derbasî jiyanê bike di nav hevgirtinê da ne.”

Bonaccorsî di dawî de wiha dibêje:

“Em nikarin heqîqet û rastiyê înkar bikin û çavên xwe ji van şertan re bigirin.

“Loma ji bo azadiya heqîqet û rastiyê divê em têbikoşin.”