Li bajarê Kassel ê Almanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî” meşek hate li darxistin.
Komek Kurdistanî li stasyona trenê ya navenda Kasselê hatin ba hev, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz girtin û piştre ber bi qada Kasselê ve meşiyan.
Komê pankartên “Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Kurdistana Azad” û flamayên RêberApo, hildan.
Ji Hevserokatiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kasselê, axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:
“Azadiya Rêbertî, azadiya hemû gelê Kurd e.
“Divê demildest Rêber Apo bê berdan.
“Em li ku dera cîhanê dibin bila bibin, têkoşîna me wê heta azadiya Rêbertî û Kurdistanê dewam bike.”