Nivîskar û Parêzvanê Mafên Mirovan yê Fransî Nils Andersson ji ANFê re axivî û got; Zêdeyî çar salan e ku ji Rêber Abdûllah Ocalan tu agahî nayê girtin, Ev şermek mezin e. Ev tecrîd şerma me û şerma Rojava ye.
Nils Andersson bal kişande ser şerê li cîhanê çêdibin û got; . Di dîrokê de cara yekê ye ku Ewropa û Emerîka dîbînin ku ew ne navenda cîhanê ne. Tevgerên civakî xwe bi rêxistin dikin û hegemonya Rojava berteref dikin. Bi nakokiyên kapîtalîst re şer dikin.
Kesekî weke Abdullah Ocalan, ji hucreya xwe rexeneyan li sîstema kapîtalîst dike, bi rengekî xurt, bi bawer û bandorê dike. Lewma sîstema kapîtalîst wî weke gefekê dibîne. Lewma li hemeberî bombardûman, komkujî, zext û girtina ku Tirkiyê li Kurdan têne kirin bêdeng dimîne.”
Nils Andersson got ku fikrên Rêber Apo ji gelek pirsgirêkan re çareseriyê pêşkêş dike û wiha dewam kir:
Fikrên Ocalan mîna çiyayên Torosê, mîna lehiyeke geş, di dîroka şaristaniyên antîk de, bi taybetî jî dîroka şaristaniyên Mezopotamya de, bi nêrîna li şaristaniyên Yewnan û Roma ber bi roja me ve diherike.
Ji ber vê yekê fikrê Abdullah Ocalan ji bo azadiya civakî û nêzîkatiya li rizgariyê gel girîng e.
Fikrê Rêber Abdullah Ocalan yê têkildarî azadiya jinê, dîrokî ne. Dibêje, ‘Heta ku jin aazad nebe, civak û mêr azad nabe’. Azadiya jinê gelekî girîng û hêja ye. Azadiya jinê di heman demê de azadiya mêr bi xwe ye.”
Andersson got ku,nêzîkatiya li Rêber Apo encama hevsengiyeka di navbera hêzên demokratîk û hêzên emperyalîst de ye û dewam kir:
Tecrîd ne pirsgirêka bi tenê ya demokrasiyê yan jî mirovî ye, ne tenê pirsgirêka şoreşê yan jî siyasetê ye. Her kesên xwe demokrat dibînin, divê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyê hemûyan bikin.
‘Mesele tenê îzolekirina mirovekî ji cîhanê nîne, mesele azadiya gelekî û gelan e. Ocalan îradeya gelê Kurd û tevahiya gelên bindest temsîl dike. Armanca esasî şikandina vê îradê ye.
Ji bo vê jî azadkirina Ocxalan azadkirian gelÊ Kurd û gelên bindest e., azadiya Ocalan jî erk û wezîfeya me hemuyan e.