Konferansa jinên ciwan a Reqayê bi dawî bû

 

Di konferansê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO, rewşa li zindana Îmraliyê, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û çareseriyên ku Rêber APO pêşkêş kirine hat nîqaşkirin.

Konferans bi dayîna semînerekê ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Ehmed ve dest pê kir.

Buşra dîroka komploya li dijî Rêber APO, armanca wê, aliyên beşdarî komployê bibûn û qonaxên têkoşîna Rêbertî ya li hemberî komployê şîrove kirin.

Buşra anî ziman ku bi saya Rêber APO jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengî ji şoreşê re dikin û got:

Di serî de ciwan, divê tevahî jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin.

Konferans bi pêşandana belgefîlmeke li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, şerê desthilatê yê li ser hegemoniyê û bandorên wê li ser civakê tê pêşandan.