Endama Koordînasyona PAJK’ê Nalîn Gulan têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF’ê re axifî û got; Rêber Apo fikrê azadiyê afirand, hêzên komploger jî ji fikrên Rêber Apo ditirsin.
Nalin Gulan got ku, Komploya Navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî xeta jiyana azad hate kirin. Rêbertî ev xeta jiyana azad weke Modernîteya Demokratîk pênase kir. Modernîteya Demokratîk li dijî sîstema mêr a 5 hezar salî, li dijî sîstema zext, şer, komkujî û newekheviyê hate afirandin.
Sîstemeke alternatîf e di şexsê jinan de ji bo hemû civakan bingeha rizgarî û azadiyê ye. Komploger, jina azad û xwedî îrade naxwazin, Ji bo vê jî komplo bi giranî li hemberî tevgera azadiya jinê pêk hat.
Nalîn Gulan anî ziman ku gerîla, hevrêyên wan ên li girtîgehan û gelê Kurd ê welatparêz ji bo têkbirina komploya navneteweyî di nava têkoşîneke bênavber de ne,
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, dostên gelê Kurd beriya salekê pêngavek dan destpêkirin. Vê pêngavê encamên gelekî girîng bi xwe re anîn. Têkoşîn û berxwedana Tvegera Azadiya Kurd gerdûnî bû.