Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan daxuyaniyên Ozgur Ozel yên piştî hevdîtina bi Selahattin Denîrtaş re nirxandin

Ozturk Turkdogan bal kişand ser gotina Ozur Ozel a ku gotibû “Hemû aktor bi qîmet in” û wiha got:

“Birêz Ozgur Ozel dikare here girtîgehê û birêz Demîrtaş û birêz Mizrakli bibîne. Ew dikare biçe hemû girtîgehên welat ên din jî. Lê belê gelê kurd di gava ewil de kî wek muxatab dibîne? Helbet birêz Ocalan e. Demirtaş bal kişand ser serdana hevserokên me jî û diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.”

Turkdogan bal kişande ser banga Devlet Bahçelî jî û wiha dirêj kir:

“Divê ev tecrîd were rakirin. Ji ber vê yekê divê em di vî warî de bizanibin ku ka birêz Ocalan wê çi bêje, ramanên wî çi ne. Çawa dibîne û çawa lê mêzê dike? Divê em viya bifikirin.