Omer Ocalan çû Îmraliyê bi rêber Apo re hevdîtin kir

Piştî 44 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin

Rêber Apo bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Omer Ocalan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev agahî parve kir:

“Bi birêz Abdullah Ocalan re herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hevdîtina rû bi rû hatibû kirin.

“Weke malbat me piştî bi salan di 23’yê cotmeha 2024’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kir.

“Hevdîtina bi malbatê re mafekî qanûnî ye û şert û merc çi dibin bila bibin divê ev hevdîtin bidomin.”