Dewleta Tirk a dagirker ji 23ˈyê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Di êrişên ku balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek tên bi kar tîne de saziyên xizmetgûzariyê dike hedef û gelek sazi nema dikarin xizmetê bidin gel
Navendên ku ji xizmetê derketin ev in:
DÊRIK:
Stasyona Siwêdiyê ya elektrîkê
Stasyona xazê ya Siwêdiyê
Stasyona Girzîro ya petrolê
Kargeha Zozan a Mast û Penêr
Kargeha kîsên naylon a li gundê Mêrga Mîra
Garaca li bajarê Dêrikê
BAJAROKÊ RIMÊLAN
Navenda sererastkirina erebeyan
Navendeke avahîsaziyê
Stasyona komkirina petrolê
Navenda dagirtina oksecînê
TIRBESPIYÊ
Stasyonê petrolê ya Seîda
Stasyona Babasî ya petrolê ya li gundê Kêl Hesnak
Zeviya Oda ya petrol û xazê
Parzûngeha petrolê ya li gundê Beyazê
Parzûngeha petrolê ya li gundê Girê BePirê
Stasyonê elektrîkê
QAMIŞLO
Navenda Tenduristiyê ya li taxa Xelîc
Navenda Tenduristiyê ya li taxa Meyselûn
Navendeke avahîsaziyê li ser rêya Hizam
Kargeha dirûnkariyê
Embara genim
Şirketa Pêşxistina Çandiniyê
Navenda avahîsaziyê ya li gundê Heremê Şêxo
AMÛDÊ
Stasyona elektrîkê
Firine
TIL TEMIR
Kargeha Çemento ya Îstîqamê
Banka Çandiniyê
EYN ÎSA
Embara genim
KOBANÊ
Stasyona elektrîkê
Firine
Embara genim a li gundê Rovî