Berxwedan û lehengiya Kobanê îro jî dijî dagirkeriyê didome

Şervanên YPG/YPJ’ê têkildarî 1’ê Mijdarê Rojava Kobanê ya Cîhanî ku sala 2014’an di dema berxwedana Kobanê de hatibû îlankirin, nêrînên xwe ji ANHA’yê re anîn ziman.

Şervana YPJ’ê Ekîn Hesekê got “Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên hov bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê Kobanê kirin.

Yek ji hedefên dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd bû.

Lê berxwedana YPG û YPJ’ê di asta herî jor de bû.

Li navenda Kobanê lehengiyên pir mezin hatin nîşandan.

Em keda gele Bakûr jibîr nakin. Xwe li sînor qelibandin û li hemberî wan hovan li ber xwe dan, serî rakirin.

Berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê deng veda.

Şervanê YPG’ê Mehdî Kobanê jî got Li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke pir mezin hat nişandan.

Di kesayeta gelê Kobanê de girêdanbûnek li lutkeyê hat dîtin.

Erdogan dixwest bi siyaseta xwe Kurdan ji aliyê ziman, çand, nasnameyê de tune bike.

Kobanê bû dîrok, bû sembola berxwedanê.

Gel bi fikir û felsefeya Serokatiyê xwe rêxistin kiribû û dijman baş nas kiribû.

Di kesayeta Şehîd Arîn Mîrkan de planên dijmin hatin tekbirin.

Şehîd Arîn ji hemû hevalan re bû çavkaniya hêzê.

Şervana YPJ’ê Dîcle Kobanê jî dibê je:

Bi hezaran hevalên me yên egîd û pêşeng di şerê Kobanê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

Ji 7 salî heta 70 saliyê hemû kes di berxwedanê de bûn.

Li Kobanê şerê gel ê şoreşgerî hat meşandin.

Di kesayeta Heval Arîn û Gelhat de keç û xortên me lehnegî nîşan dan.

Ew ê her tim di dilê me de bin, ew bê mirin in. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.