“JI TABÛRA NEMIRAN A ŞEHÎD ZÎLAN RE”
Navê min Asya Alî.
Navê min ê di nava pergalê de Mîne Sevjîn Alçîçek.
Ez di sala 1989’an de li Îzmîrê ji dayik bûm.
Bi eslê xwe ji Colemergê me.
Min beşa bernamekariya kompûterê xwendiye û bidawî kiriye.
Ez di nava malbateke ji xwedî çar zarokan de zaroka çaremînim û keça tenê ya malê me.
Ez ji malbata xwe bi nasnameya xwe hesiyam.
Zarokatiya min bi avayekî perçekirî, di navbera mal û derdorê de derbas bû.
Derdoreke alternatîf ku me karîbûya hevalên Kurd û sosyalîst nas bikin nebû.
Cîranên me, hevalên me yên dibistanê, ji zarokên karmend ên malbatên kemalîst pêk dihatin.
Vê rewşê heta tevlîbûna min a li nava karên ciwanan dewam kir.
Aliyekî min, ji ber ku nekarî nasname û çanda xwe bi têrkerî bijî timî bi hesret û kêm bû, aliyê din jî kesayeteke xerîb û dûrî ji nirxên xwe bûm.
Yanî çawa ku aliyekî min ber bi asîmîlasyonê ve baz dida, aliyê min ê din jî dixwest nasnameya xwe hembêz bike.
Ez di nava malbateke civakî, ku jin tê de otorîter bû, mezin bûm.
Lê rûxmî vê min dikarîbû newekheviya di navbera jin û zilam de bibînim.
Dema min nakokiyên xwe bi malbata xwe re parve dikir jî, min bersivên têrker nedidît û pirsên min bêbersiv diman.
Çawa ku şitlek ji koka xwe tê qutkirin li ber ba dikeve, ez jî heta ku PKK’ê min PKK nas kir, li ber bayê ketibûm.
Li derdora me pirtûkên Rêbertî û Partiyê hebûn.
Di sala dawî ya lîseyê min dest bi xwendina paraznameyên Rêbertî kir.
Lê belê asta min a têgihiştinê pir paş de bû, min di fêmkirinê de zehmetî dikişand.
Bi pêşniyara hevalek, min nirxandina ‘Evîna Kurd’ a Rêbertî xwend û min bersiva her pirsa xwe dît.
Çiqas min formûla ‘Çawa Bijîn’ di wan salan de hîna nekarî deynim holê jî, min êdî dizanî divê ez çawa bijîm.
Ji ber vê min di nava xebatên jinên ciwan de cihê xwe girt û piştre jî weke Meclîsên Jinan û xebatên qada civakî dewam kir.
Piştî gelek hewldanan û hin astengiyan, şehadeta heval Laşer û soza min dabû wî, riya beşdariya li nav refên gerîla vekir.
Di sala 2015’an de 31’ê Tebaxê ez tevlî bûm.
Piştî perwerdeya şervanên nû, min pêşniyarên xwe ji bo Tabûra Şehîd Zîlan kir.
Hevalan jî dianîn ziman ku ji bo min hîna pir zû ye û pêwîste ez hinekî gerîlatiyê nas bikim.
Sala 2016’an, dema ku ez li Cîlo bûm, heval Rênas ê ji tabûra me, çalakiya fedayî pêk anî bû.
Lê heval berî ku xwe bigihîne hedefa xwe şehîd bû.
Yekser piştî wî min, li ser esasê ku ez dixwazim çalakiya heval ku nîvco ma temam bikim, ji rêveberiya eyaleta me re raporek nivîsand.
Hevalan ne li Tabûra Şehîd Zîlan, li nav Hêzên Taybet ez wezîfedar kirim.
Kêm jî be, min mîsyona Tabûra Şehîd Zîlan dizanî, lê ez ji Hêzên Taybet re biyanî bûm.
Di heman demê de hewldana min a timî ya ji bo çûyîna li nav Tabûra Şehîd Zîlan dewam kir.
Ez di nava Hêzên Taybet de gihîştim kûrbûna têkoşînê.
Heke çavkanî Rêbertî be, ti pirsgirêkeke kesayetî ku neyê çareserkirin, ti şerekî ku neyê biserxistin nîne.
Bi vê îddia û biryardariyê hatim nava Tabûra Şehîd Zîlan.
Ew perperîka pêncemîn e ku di oxira xwegihandina heqîqetê de dikeve nava agir, li gel ku dibe xwelî jî rastiyê ji şopdarên xwe re vedibêje.
Ez bi hemû samîmiyeta xwe diyar dikim ku ev biryardarî di min de psîkolojiyeke mirovekî ku diçe mirinê çênake, lê kelecana hembêzkirina jiyaneke nû çêdike.