Nameya çalakgera Fedaî ya Asya Alî ji Rêber Apo.

Ji yekpareya hemû nirxan Rêber Apo re!

Pîroziyên hemû olan, hemû baweriyan hene.

Hûn yekpareya tevahî pîroziyan, tevahî nirxane Rêberê min.

Bila şaş neyê fêmkirin, ez bi xistina we li cihê xwedê re naxwazim neheqiyê li we bikim.

Hûn zarokê pîroz ê xwedawendane.

Ji zarokatiya xwe ve parastina we ya cewhera mirovbûyînê û bi bîrdoziya vê re, we gel rakir ser piyan.

Dema ku em li dîrokê binêrin, em ê gelek pêşengên ku xwe ji bo jiyana bi rûmet fedakirine bibînin.

Lê pêwîste mirov di rastiya we de, li kêleka nûnertiya her yekî ji wan, temambûna aliyên wan ên kêmmayî jî bibîne.

Hûn mirovê yekane ne ku, bi felsefeya xwe re bû her kes, her tişt, bi jiyana xwe re, ji hemû civakên cîhanê re, armanca rasteqîn a hebûnê ispat kir û bû çavkaniya îlhamê.

Ji bo me serbilindî ye ku bûne şagirtê we, di heman demê de rexnedayîna di kêliyê de, fêmnekirin û pêkneanîna we jî ewqasî li me giran e.

Sedema ku hûn îro hîn di êşkencexaneya Îmrali de ne, hevrêtiya kêm e ku em nikarin derbas bikin û weke hemû hevrêyên din ku çalakî kirin, armanca min a herî mezin jî ew e ku ez kêmek jî be, bi çalakiya xwe re xwe bigihînim we.

Serokê min, ez dizanim ku hûn wekî kesê ku gelekî qîmetê dide mirov û jiyanê li dijî çalakiyên bi vî awayî ne.

Lê ez bi xwe spartina bextê we re pêwîste diyar bikim ku, kî an jî kîjan hêz ji we re an jî qadên azadiyê, ku we ava kiriye re destê xwe dirêj bike bila bike, em ê jî di dil û mêjiyê wan de bibin bombe û biteqin.

Em ji van qadên ku me rojên herî watedar a jiyana xwe lê derbas kirin û ji we re, herî kêm ewqasî deyndar in.

Ev der axa me ye, di her bosteke wê de xwîna şehîdên me heye, ger ku difikirin ku em ê vir ji wan re bihêlin, xwe dixapînin.

Û rûxmî ku hûn fedaiyê herî mezin in û ev rastiyeke ku gotin li ser nayê kirine, ez hêvî dikim ku hûn vê yekê ji şervanên xwe re, ku ji bo jiyankirin û şerkirina bi bîrdoziya we re sond xwarin, zêde nebînin.

Serokê min, min her tim xweziya xwe li wan kesan anî ku we fîzîkî dît, bi qasî nefes standinekî jî be bi we re dem derbas kir.

Lê ez êdî dizanim ku, ji roja destpêke ku min di pêkanîna çalakiyê de biryar girt û heya niha, her we di xewnên xwe de dît ku ev yek xwedî wateyekê ye.

Di kîjan demê de, kîjan rewşê de dibe bila bibe, ez bawer dikim ku hûn dikarin bi şeklekî, bi me re heman frekansekê bigirin.

Dibe jî pênaseya evîna rast ev e, dibe ku wateya rast a dîtinê ev e.

Ez dizanim ku hûn her tim me dibînin, ez jî we dibînim.

Bi hezkirin, rêzdarî û bêrîkirinên xwe yên herî kûr re…