Muzîsyen û aktîvîstê naskirî Konstantîn Wecker, ji bo nîşandana piştgiriya bi Kurdan re û vegotina girîngiya azadiya Rêber Apo, ya ji bo çareseriya adil û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, dîmenek weşand.
Wecker êrîşên rejîma Erdogan yên li ser Rojava, Bakurê Sûriye, Şengal û Başûrê Kurdistanê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir.
Wecker got; “Aştî û edaleta civakî mafê gelê Kurdistanê û Rojava ye. Ji bo çareseriyeke aştiyane û adil ya gelê Kurdistanê divê Abdullah Ocalan bê berdan.
Berdana Abdullah Ocalan, şertê bingehîn yê paşerojeke aştiyane û demokratîk ya li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e.
Muzîsyen Konstantîn Wecker got; Rojava me hemûyan eleqedar dike. Pêwîstiye gelê Rojava niha bi piştgiriya me ya navneteweyî heye. Çawa ku me ji bo Nelson Mandela kir, ji bo azadiya Ocalan jî, li cîhanê em dest bi kampanyayekê bikin.
Konstatîn Wecker, ku bi strana xwe ya “Shame on Europe” tê naskirin, ne tenê muzîsyenekî navdar e, bestekar, nivîskarê stranan, lîstikvan, aktîvîstekî siyasî ye.
Ji bo mafên mirovan, aştî û edaleta civakî bi deh salan têkoşîn kiriye.