Jinan Banga tevlibûna mîtînga ‘Demokrasî û Azadiyê kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî “Mîtînga Demokrasî û Azadiyê” ya ku wê di 17’ê Mijdarê de li Êlihê bê lidarxistin duh li Sendîkaya Petrol Îşê daxuyanî da.

Mîtînga ku hem ji Tirkiyeyê hem jî ji çar aliyê Kurdistanê hemwelatî wê tevli bibin, wê li Xaçerêya Basînê bê lidarxistin.

Di nav armancên mîtîngê de qeyûmên tayînî şaredariyan û polîtîkayên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî hene.

Endama Meclisa Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Sema Koç, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruken Zeryam Işik bang kirin û gotin “Ji 7 heta 70’î salî tevli mîtîngê bibin