Ji bo şikandina tecrîdê divê 16’ê Mijdarê em li Kolnê bin

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) Engîn Sever, derbarê meş û mitinga Kolnê de ji ANF’ê re axivî û got:

Li Elmanya ne tenê 16’ê Mijdarê, ji 1’ê Mijdarê û pê ve li tevahiya cîhanê me plansaziyek amade kiriye ku biçin mala her Kurdekî û silavê Rêbertî bigihînin wan.

Engin Sever destnîşan kir ku, piştî 44 mehan agahî girtina ji Rêbertî û silavên wî kelecaneke mezin da her kesî.

Ji bo vê jî divê her Kurdek, vê kelecana xwe li qadan nîşan bide.

Ji bo vê jî, gotina Rêbertî ya “tecrîd dewam dike” mesajek û dive, bi sed hezaran kes bi yek ziman û yek dengî dirûşmeya ‘Azadî ji Rêber Apo re’ biqîre.

Divê ê ji bo şikandina tecrîd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîn dijwar û berfireh bibe.

Lewma, em dixwazin bi çalakiya 16’ê Mijdarê re têkoşînê mezin bikin.”

Weke Hevserokê KCDK-E, banga ji bo gelê me, dostên gelê me û hemû Tirkiyeyiên aştîxwaz ew e ku her kes, ji 7 salî heta bi 70 salî di meş û mitinga Kolnê de amade bin.

Rêbertî, rûmeta gelê Kurd e, azadiya Rêbertî azadiya me ye.

Statuya Rojava, berxwedana li dijî qeyûm û desteserkirina şaredariyan ya li Bakur, bi azadiya Ocalan dibe.

Divê em vê yekê bibînin.