Mûstafa Karasû got; “Polîtîkaya qirkirinê li ser Rêber Apo dimeşînin. Divê gelê me bi vê zanînê nêzîkatî nîşan bide

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de bersiv da pirsên rojnamevan Kadîr Hurdogan.

Bi berfirehî li ser rewşa Rêber Apo, hevdîtina dawî û pêşketinên piştî hevdîtinê nirxand.

Mûstafa Karasû, diyar kir ku tu têkiliya hevdîtinê bi gotinên devlet Bahçelî re nîne.

Bi sala ye ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke mezin tê meşandin.

Bi taybetî 4 salên dawî têkoşîna gelê Kurd, dostên Kurdan bandorê li Ewrupa û dewleta Tirk kirin.

Dewleta Tirk di encama vê de neçar ma rê li ber hevdîtinê veke.

Lê di heman demê de xwest serê civakê jî tevlîhev bike.

Ji ber vê yekê jî divê bê zanîn ku ya rê li ber vê hevdîtinê vekir têkoşîna bi salan a ji bo azadiya Rêber Apo ye.

Mûstafa Karasû, diyar kir ku ya li dijî Rêber Apo pêk tê polîtîkaya qirkirinê ye.

Dixwazin di şexsê Rêber Apo de qirkirinê pêk bînin.

Ji ber ku tinekirina lîderekî tê wateya tinekirina miletekî, tinekirina hemû nirxên wî.

Lîder ji bo gelan tê wateya hemû nirxan, ango temamê nirxên gel temsîl dike.

Gelê me divê bi vê hişmendiyê xwedî li serokatiyê derkeve.

Em bawer dikin ku bi têkoşînê wê tecrîd bişkê û Rêber Apo azad bibe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, ji ber van sedeman jî diyar kir ku divê ev têkoşîn xurttir dewam bike.

Jixwe gelê me jî ji her derê dibêje tecrîd dewam dike.

Serokatî jî negot ku tecrîd rabûye.

Têkoşîna li dijî tecrîdê jî hem li welêt hem jî li derveyî welêt didome.

Dîsa di 16’ê Mijdarê de wê li Kolnê meşeke mezin were lidar xistin.

Gel li wêderê wê careke din tecrîdê raxe ber çavan.

Helbet divê bi hêzeke mezin beşdarî pêk were.

Divê were dîtin ku bi têkoşîne encam têne bidest xistin, têkoşîn lihaş naçe.